Medya fermî ya Îranê roja serdana Tirkiyê ya Reîsî eskere kir
22 rêbendan 2024 21:57
PeyamaKurd – Medya Îranê ragihand, serdana çaverêkirî ya Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî ku ji ber teqîna li Kirmanê hatibû paşxistin wê vê hefteyê pêk were.
Ajansa Tesnîm a Îranê ragihand ku Reîsî roja Çarşema bê serdana Enqereyê dike ku diviya ew serdan 4ê Çileyê pêk hatiba, lê piştî teqînên li bajarê Kirmanê yê Îranê, serdan hatibû paşxistin.
Wê Reîsî û Erdogan li Enqereyê bicivin û herwiha beşdarî civîna 8an a Hevkariya Bilind a herdu welatan bibin.
Hatiye ragihandin ku wê di vê serdanê de, bi qasî 10 girebest û peymanên cuda yên di warên çandî, zanistî, ragihandin, kar û barên naxwe, veguhestin, bazirganî û aboriyê de bên îmzekirin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Serokomarê Îranê di çarçoveya serdana xwe ya fermî de li Bexdayê ye
11 îln 2024
Rojhilata Navîn
Îdia: Trump destûra lêdana Îranê bi fermî daye Îsraîlê
05 rbn 2026

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin