Dr. Dawûd ê Rojavayî: Kurdî nebûye fermî, tenê ji bo dersên hilbijare ye
Dr. Mehdî Davud ê ku ji bajarê Qamişlo yê Rojavayê ye û li nexweşxaneyeke taybet a li Stenbolê dixebite, geşedanên li ser statuya kurdî ya di pêvajoya nû ya li Sûriyeyê de nirxandin.
RûpelNews - Dr. Mehdî Davud ku diyar kir tevlî komeke rewşenbîr, nivîskar û bijîşkan re bi rêveberiya Sûriyeyê re hevdîtinan dikin da ku kurdî wekî zimana fermî an zimana perwerdeyê bête qebûlkirin, got di rewşa heyî de kurdî ne fermî ye û ne jî bi temamî zimana perwerdeyê ye, lê belê xwendina wê wekî dersa bijarte di dibistanan de di rojevê de ye.
Davud ê ku pirsên Cesim İlhan ji RûpelNewsê bersivandin, destnîşan kir ku ji bo pêşveçûna kurdî di zanîngehan de bi taybetî divê kurdên li derveyî welat dijîn piştgiriya akademîk bidin, di vê navberê de diyar kir ku pêvajoya entegrasyona HSDê ya di Sûriyeyê de jî bûye tiştekî neçarî.
İlhan: Statuya heyî ya kurdî li Sûriyeyê çi ye? Wê bibe zimana fermî an zimana perwerdeyê?
Davud: Niha kurdî li Sûriyeyê ne zimanê fermî ye. Dema ku em dibêjin zimanê fermî, divê ev di hemû belge û belgeyên fermî yên dewletê de bête bikaranîn. Kurdî niha di rewşeke werê de nîne. Me dixwest ku bibe zimanê fermî. Lê di rewşa heyî de kurdî wê di dibistanan de wekî dersa bijarte bête xwendin. Bi taybetî li herêmên ku kurd lê zêde ne, xwendekar wê karibin kurdî wekî dersa bijarte hilbijêrin û notên van dersan wê di perwerdeya xwendekaran de jî bête hesibandin. Lê divê em balê bikişînin ser vê yekê: Ev yek nayê wê wateyê ku kurdî sedî sed zimanê fermî ye an zimanê fermî ya duyemîn e.
İlhan: Baş e, ferqa di navbera zimanê perwerdeyê û dersa bijarte de çi ye?
Davud: Dema ku em dibêjin zimanê perwerdeyê, divê matematîk, erdnîgarî û fîzîk bi kurdî bin. Ji baxçeyê zarokan heta dibistana navîn, ji lîseyê heta zanîngehê divê mufredata perwerdeyê bi kurdî be. Niha em negihîştine qonaxeke werê. Kurdî ne zimanê perwerdeyê ye, wê bibe dersa bijarte. Em ê li ser vê yekê bixebitin û em ê daxwazên xwe di vê mijarê de berdewam bikin.
İlhan: Rêveberiya Sûriyeyê kurdî wekî "zimanê neteweyî" pênase dike. Baş e, "zimanê neteweyî" tê çi wateyê?
Davud: Zimanê neteweyî bi rastî têgeheke pir berfireh e. Li herêmekê heke gel bixwaze wê zimanî bikar bîne û pêş bixe, dikare şanoyê bike, stranan bêje, pertûkan bide kirin û di perwerdeyê de wekî dersa bijarte bikar bîne. Di zanîngehan de beş û bernameyên lîsansa bilind dikarin bêne vekirin. Bi dîtina min, zimanê neteweyî tê wateya zimanê ku li gorî dewletê ne qedexe ye û ji hêla dewletê ve tê piştgirîkirin. Ji bo nimûne, min Komeleya Ziman û Wêjeya Kurdî damezrand û ji bo meşandina perwerdeyê hewcedariya min bi piştgiriyê heye. Dewlet jî wê xwedî li vê xebatê derkeve. Ji ber wê yekê, piştgirîdana dewletê ji bo pêşveçûn, perwerde û weşana vê zimanî beşekî girîng ê têgeha zimana neteweyî ye.
İlhan: Li Sûriyeyê di derbarê perwerdeya kurdî de di zanîngehan de çi geşedan hene?
Davud: Di hin zanîngehan de fakulteyên Ziman û Wêjeya Kurdî hatin vekirin. Ji bo nimûne, li El-Babê di zanîngeheke taybet de Fakulteya Ziman û Wêjeya Kurdî hat vekirin û astengî ji bo vê nehat çêkirin. Niha kurd dikarin çalakiya xwe yên çandî û xebatên xwe yên perwerdeya kurdî rahatir bikin. Pertûk pir rahat tên çapkirin, perwerdeya zimanê kurdî tê dayîn. Ev tişt di serdema Esad de ne gengaz bûn. Heta di wê serdemê de kesên ku di derbarê kurdî de çalakî dikirin, mîna ku tawanek kiribin dihatin dîtin.
İlhan: Baş e, di zanîngehên dewletê de rewş çawa ye? Hewldana Zanîngeha Şamê ya ji bo vekirina beşa kurdî çêbûbû. Çima pêknehat?
Davut: Zanîngeha Şamê sala borî hewl da ku beşa Ziman û Wêjeya Kurdî veke lê nekarî veke. Sedema bingehîn a vê yekê ne tenê serlêdana xwendekaran bû, nebûna kadroya akademîk bû. Ji ber ku hijmara akademîsyenên sûriyeyî yên ku bi kurdî dizanin û di vê qadê de lîsansa bilind an doktorayê kirine, hema hema wekî sifirê ye. Ne profesorê te heye, ne xwendekarê te yê doktorayê heye ne jî ekîba te ya akademîk a ku dê perwerdeyê bide heye. Wezareta Perwerdeya Neteweyî dixwaze mamosteyan tayîn bike lê di vê aliyê de hijmara kesên perwerdebbûyî pir kêm e.
İlhan: Di vê rewşê de rola kurdan çawa dikare bibe?
Davut: Bi dîtina min, li vir divê kurd, bi taybetî kurdên li derveyî welat dijîn piştgiriyê bidin zanîngehan û Sûriyeyê. Bi taybetî di qada akademîk û wêjeyî de hewcedariyeke mezin bi piştgiriyê heye. Zanîna kurdî tiştekî din e, karîna perwerdedana bi kurdî tiştekî din e. Ez bi kurdî dizanim lê nikarim perwerdeya kurdî bidim. Çawa ku her kesê bi erebî dizane nikare perwerdeya erebî bide, ji bo kurdan jî heman tişt derbasdar e. Bi taybetî hijmara kesên me yên perwerdebbûyî di qada akademîk û wêjeyî de li gorî ereban kêmtir e. Xwendina min baş e lê dema dinivîsim çewtiyan dikim. Guhdarî û axaftina min baş e lê di mijara wêjeyê de lawaz im. Rewşa giştî ya kurdên li Sûriyeyê jî dişibihî vê yekê. Ji ber wê yekê divê akademîsyen, nivîskar û rewşenbîrên li derveyî welat tevkariyê li vê pêvajoyê bikin.
İlhan: Gelo hûn di van mijaran de rast bi rast bi rêveberiya Sûriyeyê re hevdîtinê dikin?
Davut: Erê. Em bi salan e li ser vê yekê dixebitin û bi rayedarên li Sûriyeyê re hevdîtinê dikin. Wezîrê Perwerdeya Neteweyî jî di vê mijarê de biryarname weşand. Serokkomar jî di hevdîtinên me de van tiştan digot. Ji me re bi eşkereyî hate gotin: "Em wekî dewlet tiştekî dikin lê divê hûn jî tiştekî bikin."
İlhan: Baş e, daxwazên bingehîn ên ku we gihandin rêveberiya Sûriyeyê çi ne?
Davut: Daxwaza me ne tenê mijara ziman e. Bûyîna kurdî wekî zimana fermî, cîh girtina wê di perwerdeyê de û vekirina fakulte û beşên Ziman û Wêjeya Kurdî di zanîngehan de daxwazên me yên bingehîn in. Em ê li ser vê yekê xebata xwe berdewam bikin. Dibe ku dewlet di rewşa heyî de hemûyan nekare bike an jî hêza wê negihîjê. Lê em wekî ciwanên kurd divê tiştê dikeve ser milê xwe bikin. Divê em xwedî li zimanê xwe derkevin.
İlhan: We herî dawî kîngê bi rêveberiya Sûriyeyê re hevdîtin kir û ji we re çi hate gotin?
Davut: Me di meha sibatê de hevdîtin kir. Bersiva ku ji me re hate dayîn bi kurtî ev bû: "Em wekî dewlet li dijî ti tiştî nînin lê em jî nikarin hemû tiştî bidin." Hat gotin ku heke hûn dixwazin zanîngeh an fakulteyekê vekin, hûn dikarin vekin. Lê hate diyar kirin ku ne hêsan e ku dewlet niha bi derfetên xwe tiştekî nû veke. Tevî vê yekê diyar kirin ku ew amade ne piştgiriyê bidin.
İlhan: Hûn jî di vê pêvajoyê de ji bo ku kurdî di qada medyayê û çandê de diyar bibe xebatan dimeşînin. Hûn çi dikin?
Davut: Beşa kurdî ya SANAyê hat vekirin. Wekî ku hûn dizanin, SANA ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê ye. Me piştgirî da SANAyê, me piştgirî da hevalên xwe yên li wir û me tevkari di ava bûna yekîneya kurdî de kir. Niha Pêşangeha Navneteweyî ya Şamê jî heye. Di vê pêşangeha ku bi mîlyonan kes serdana wê dikin de me beşa kurdî vekir. Em dixwazin ku mirovan me bibînin. Dema em li malên xwe rûnên kes me nas nake. Divê em biçin û xwe, zimanê xwe û çanda xwe ji civaka Sûriyeyê û rêveberiya nû ya Sûriyeyê re diyar bikin.
İlhan: Daxwaza we ya ku kurdî bibe zimanê fermî berdewam dike?
Davut: Bê guman berdewam dike. Dibe ku niha dewlet vê yekê neke. Dibe ku hêza wê negihîjê. Lê erka me ew e ku em vê daxwazê berdewam bikin û xwedî li zimanê xwe derkevin. Ji ber ku zimanê me cîhana me ye, zimanê me hebûna me ye.
İlhan: Werin em hinekî jî li ser pêvajoya entegrasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ya bi dewleta Sûriyeyê re biaxivin. Hûn vê pêvajoyê çawa dinirxînin?
Davut: Di rastiyê de yek ji pirsgirêkên herî mezin ên li ber entegrasyonê nebûna ewlehiyê bû. HSDê ji ber ezmûnên berê yên bi rejîma kevn û sîstema Sûriyeyê re rûdane, bawerî bi Şamê neanî. Di kêleka vê de hin welatên Ewropayê jî rêyên cûda nîşan dan. Her dem nêzîkatiyên wekî "Werin Parîsê, neçin Şamê" dihatin nîşandan. Lê di dawiyê de hate dîtin ku tekane çare Şam e û divê pirsgirêk li ser masê bêne çareser kirin. Ji ber vê yekê niha entegrasyon hêdî hêdî temam dibe.
İlhan: Avahiya di bin kontrola HSDê de nêzî 11-12 salan bi modela rêveberiyê ya cûda hebûna xwe domand. We texmîn dikir ku rojekê ev avahî dê di nav Sûriyeyê de bête entegre kirin?
Davut: Mixabin diyar bû ku dê ev yek bibe. Ji ber ku li ser projeyên demdirêj nedihat xebitîn. Hêzên navneteweyî jî piştgirî nedidan projeyên demdirêj. Ev sal bi projeyên rojane û piştgiriyên rojane derbas bûn. Niha dema em li paş xwe dinêrin, 11-12 salan ciwanên kurd ji bo Amerîka an Ewropayê canê xwe feda kirin.
İlhan: Yanî hûn difikirin ku beramberiya têkoşîn û bedela ku ciwanên kurd dan nehatiye girtin?
Davut: Mixabin di qonaxa ku em îro gihîştinê de divê em vê yekê bipirsin. Ciwanên kurd bi salan şer kirin, canê xwe ji dest dan. Lê ji ber ku projeyeke siyasî ya demdirêj nehat afirandin, îro destkeftiyên wê serdemê di nav nediyariyeke girîng de ne. Hêzên navneteweyî li ser berjewendiyên demkurt tevgeriyan. Kurdan jî bedela vê bi canê xwe da. Tişta ku ji niha û şûnde divê bête kirin, ne tenê tevgerek li gorî geşedanên leşkerî an rojane ye; di mijara ziman, çand, perwerde û mafên siyasî yên kurdan de afirandina projeyeke demdirêj û domdar e.
