Şamê rakirina kurdî rewa dît: Tenê erebî zimanê fermî ye

08 gulan 2026 18:06

Berdevkê Şandeya Serokomariya Sûriyeyê Ehmed Hîlalî der barê rakirina tabelaya bi zimanê kurdî ya li avahiya dadgeha Hesekê de got: "Tenê erebî zimanê fermî ye."

Şamê rakirina kurdî rewa dît: Tenê erebî zimanê fermî ye

RûpelNews - Berdevkê Şandeya Serokomariya Sûriye û Cîgirê Parêzgarê Hesekê Ehmed Hîlalî li ser​​ rakeşiya di ser rakirina tabeleya kurdî a li avahiya dadgeha Hesekê re rû da daxuyanî da.​​​​​

Hîlalî diyar kir tenê zimanê erebî zimanê fermî yê Komara Erebî yê Sûriyê ye û li saziyên fermî jî ev ziman tên bikaranîn ku Qesra Dadê li Hesekê jî saziyeke fermî ye û nûnertiya dad û pabendbûna bi yasayên di dewleta Sûriyeyê de dike.

Hîlalî bal kişand ser biryarnemaya 13an û wiha got: "Li gorî Biryarnemaya Hejmar 13, zimanê kurdî zimanekî neteweyî ye û hînkirina wê li dibistanên giştî û taybet ên li deverên ku kurd rêjeyeke zêde a nifûsê pêk tînin, di nav rêbazên xwendinê yên bijartî yan çalakiyên çandî û perwerdehî de destûrî ye."

Berdevkê Serokomarî Hîlalî der barê sedema nedanîna kurdî di tabelaya nû de wiha axivî: "Li gorî Destûr û yasayên têkildar, tenê erebî zimanê fermî yê Komara Erebî ya Sûriyeyê ye û yasa bikaranîna wê di saziyên fermî, perwerdehî, belgekirina yasayî û danûstandinên fermî de disepîne. Parastina zimanê erebî û bikaranîna wê ya taybetî di ragihandin û danûstandinên fermî de wekî beşek ji serweriya dewletê û rêziknameya giştî tê hesibandin."

Hîlalî ragihand ku li gorî Danezana Destûrî, ev yasayên derbasdar di qonaxa niha de nayên guhertin, ji bilî guhertinên destûrî û yasayî yên paşerojê yên ku ji hêla saziyên yasadanînê yên têkildar, di serî de Encûmena Gel ve têne pejirandin.

Çi bibû?

Li ser avahiya Dadgeha Hesekê nivîsa kurdî hat rakirin û li şûna vê tabelayeke nû hat danîn ku tenê erebî û îngilizî tê da hat nivîsandin. Ev biryara nû ya rayedarên Şamê li Hesekê bû sedema nerazîbûn û li ser vê kurd li kolanan xwepêşandanan kirin, daxwaza nivîsa kurdî li ser dezgehên fermî kirin.