Ezmûnên mamosteyên zimanê kurdî li Şamê hat lidarxistin

20 îlon 2026 14:10

Li paytexta Sûriyê Şamê, ezmûnên destnîşankirina mamosteyên zimanê kurdî hatin lidarxistin.

Ezmûnên mamosteyên zimanê kurdî li Şamê hat lidarxistin

RûpelNews - Rêveberê Rêveberiya Pêşxistina Rêbazên Xwendinê ya Wezareta Perwerdiyê ya Sûriyê, Dr. Ismet Remdan got, 120 mamoste ji parêzgehên Şam, Hema û Reqayê beşdarî ezmûnan bûn.

Dr. Ismet Remdan diyar kir, di ezmûnan de 50 pirs hebûn û ev ezmûn ji bo nirxandina asta mamosteyan di rêzimanê kurdî de ne da bikaribin nifşan fêr bikin.

Ji bo perwerdehiya bi zimanê kurdî li Sûriyê serdemeke nû

Li Sûriyê, zimanê kurdî ji bo cara yekemîn, ji sala xwendinê ya 2026-2027an ve, di naveroka fermî ya dewletê de hate bicihkirin. Li gorî Biryarnameya Hejmar 13, ya ku di meha Çileyê de ji aliyê Serokomar Ehmed Şera ve hat weşandin, zimanê kurdî wekî 'zimanekî neteweyî' hate naskirin û bi vê yekê rê ji bo hînkirina wê li dibistanên dewletê û yên taybet ên li herêmên ku kurd lê bi piranî dijîn, hat vekirin.

Beriya sala nû ya xwendinê, Wezareta Perwerdehiyê 938 dibistan destnîşan kirine ku dê dersên kurdî lê bên dayîn. Ji van, 608 li Hesekê, 308 li Helebê, 17 li Şamê û 5 jî li Hemayê ne. Her çend piraniya dibistanên li Helebê li Efrînê bin jî, yên li Şamê li deverên ku nifûsa wan kurd in, wekî Ruknedîn û Dummar, hatine bicihkirin.

Hefteyê sê saet dersên kurdî

Li gorî rêziknameyên nû, zimanê Kurdî hefteyê sê saetan tê fêrkirin. Rêzikname herwiha destûrê didin ku hin ders, wekî dîrok, erdnîgarî, zanistên civakî û felsefe, bi kurdî bên dayîn. Lêbelê, tê payîn ku dersên bingehîn ên wekî matematîk û zanist bi erebî bên dayîn.

Her çend ev rêzikname di warê naskirina fermî ya zimanê kurdî de di nav pergala perwerdehiyê de gaveke yekem be jî, li Rojava bûye sedema nîqaşan. Dema rejîma Esed di dibistanan de perwerdehiya bi zimanê kurdî nebû. Xwendekaran piştî sala 2012an di bin pergala perwerdehiyê ya ku li herêma Rêveberiya Xweser a Rojava hatibû damezrandin de, dest pê kiribû ku gelek dersan bi kurdî werbigirin. Xwendekarên li hin bajaran, bi taybetî li Qamişlo û Hesekê, li dijî sînordarkirina zimanê kurdî ya ji bo sê saetan di hefteyê de ya pergala nû, derketin protestoyan.

Wezareta Perwerdehiyê ya Sûriyê herwiha sertîfîkayên perwerdehiya bingehîn ên ku berê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatibûn dayîn jî nas kir, û bi vî awayî rê da van xwendekaran ku di bin şertên diyarkirî de xwe li dibistanên dewletê tomar bikin û veguhezînin wan.