Meral Aksener: Tu kes ne parêzvan û xwediyê Kurdan e
PeyamaKurd- Li ser gotinên parlamenterê Partiya Komarî ya Gel (CHP) yê Stenbolê Gursel Tekin ên ku “Dibe ku wezaretî ji bo HDPê bê dayîn” di nav ÎYÎ Partiyê de nîqaşan berdewam dikin.
Seroka Giştî ya ÎYÎ Partiyê Meral Akşener, li ser mijara ku di nav siyaseta Tirkiyeyê de bû sedema nîqaşan, axivî û da zanîn ku di ser HDPê re tê xwestin ku pêkutî li maseya şeşqorî bê kirin.
Meral Akşener, di nirxandina xwe ya li ser gotinên Gursel Tekin got,
“Li gorî ku hevokeke wiha bi kar haniye, dîtina partiya xwe tîne der. Ango tê wê wateyê ku dîtina partiya xwe radigihîne. Em li ser wê maseyê, pêkutiya têkiliyên siyasî li ser tu partiyê nakin.”
Akşener, li ser nêzîkahiya partiya xwe ya li dijî HDPê da zanîn ku sekina wan li dijî HDPê her zelal e û got,
“Me bi caran gotiye. Sekina me zelal e. Sekina me, ji bo ku xelkê Kurd neyê şikestin e. Tu kes ne parêzvanê Kurdan e û tu kes ne xwediyê Kurdan e.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin