Li Zaxoyê jineke 30 salî hat kustin

01 nîsan 2022 14:59
Li Zaxoyê jineke 30 salî hat kustin

PeyamaKurd Li Zaxoyê jineke 30 salî ji aliyê pismamê xwe ve hat kuştin.

Li gor polîsê qezaya Zaxo li parêzgeha Duhokê diyar kir, jineke 30 salî ji aliyê pismamekî xwe ve bi çend fîşekên kalaşnîkofê hatiye kuştin.

Berdevkê Polîsê Zaxo Nehşet Selman daye zanîn: “Bûyer êvara Pêncşemê di saet 19:30 çêbûye û ji ber sedemeke civakî bûye.”

Herwiha bi gotina Polîsê Zaxo: “Navê keçikê S.S.Ş ye û li Komelgeha Îbrahîm Xelîl teqe li wê hatiye kirin û çend fîşek li laşê wê ketine.”

Herî dawî Nehşet Selman eşkere kiriye, li gor benda 406 a yasaya cezayên Iraqê û bi biryara dadwer fermana desteserkirina kesê bikuj derketiye û polîs li pey wî digere da ku wî desteser bike.