Li Tirkiyê 6 pêketiyên Omicronê hatin tomar kirin

12 berfanbar 2021 13:52
Li Tirkiyê 6 pêketiyên Omicronê hatin tomar kirin

PeyamaKurd - Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca eşkere kir ku li Tirkiyê 6 pêketiyên cûreya nû ya vîrûsa koronayê Omicron hatine tomarkirin.

Wezîrê Tirk daye xuyakirin ku yek ji wan pêketiyan li Stenbolê û 5 jî li bajarê Îzmîrê hatine tomarkirin.

Fahrettin Koca şeva borî di civîna parlementoyê ya li ser budçeya Wezareta Tenduristiyê ya sala 2022yan de, tomarkirina 6 pêketiyên virûsa guherî ya Omicronê eşkere kir û got: “Varyanta Omîcron li cem me heye. Heta niha 6 pêketî hatine tomarkirin, 5 ji wan li Îzmîrê û 1 ji wan jî li Stenbolê hatiye tomarkirin. Ew nexweşên sivik in û li ser piyan rewşa wan tê şopandin ku ti pirsgirêka wan tine ye.”

Koca herwiha daye xuyakirin ku bila welatî ji bo virûsa Omicronê nekevin fikaran û diyar kir: “Bilez tê veguhestin, lê em di wê baweriyê de ne ku dibe bandora wê kêmtir be. Tiştê divê welatiyên me bikin, ew e ku wek heta niha tedbîrên xwe berdewam bikin.”