Li Çînê di rojekê de 13 hezar pêketiyên nû hatin tomar kirin
PeyamaKurd - Li Çînê hejmara pêketiyên Covid-19 rojane gihîşt 13 hezar kesan. Ev hejmar bû lûtkeya 2 salan a pêketiyên li Çînê.
Hat ragihandin ku varyanta Omikron bilez û bez belav dibe û li Şanghayê ji ber hejmara zêde ya pêketiyan, karantînayên beşkî didomin.
Li gorî daxuyaniya Komîsyona Tenduristiyê ya Neteweyî ya Çînê, di nav 13 hezar pêketiyan de kesî can nedaye.
Li bajarê herî mezin ê Çînê Şanghayê di 24 saetên dawî de 7 hezar û 788 pêketî hatine tomarkirin.
Hat diyarkirin ku ji ber pêşî li ber belavbûna koronayê nayê girtin, li vî bajarê ku serjimêra wê 26 milyon e, karantîna beş bi beş didomin.
Ji destpêka pandemiya Covid-19 û heta niha li Çînê 154 hezar û 738 kes pê ketine û hezar û 638 kes jî pê mirine ku ev li gorî hejmarên welatên din hejmareke gelekî kêm e.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin