Karsazê Çînê: 50 hezar cesed hatin sewitandin

09 sibat 2020 02:57
Karsazê Çînê: 50 hezar cesed hatin sewitandin

PeyamaKurd- Karsazê Çînî yê bi navê Guo Wengui tevlî bernama televîzyonekî bû û got ku tenê li eyaleta Çînê ya bi navê Hubeiyê di ser 50 hezar cesedi de hatine şewitandin. Li temamê welat jimara ku bi vîrusê enfekte bûne 1.5 mîlyon kesin.

Komîsyona Tenduristiyê ya Netewî ya Çînê ragihand ku li Çînê li bajarê Vuhanê ji vîrusa koronayê 723 kes mirine û jimara ku vîrus li wan bandorê kiriye 34 hezar û 543 kesin.

Lê karsazê Çînî yê bi navê Guo Wengui ku tevlî bernameya televîzyonekî bû, got ku dewleta Çînê rastiya meselê ji raya giştî vedişêre û tenê li bajarê Hubeiyê ji ber koronavîrusê tenê di 49 krematoryûman de, di ser 50 hezar cesedî de hatine şewitandin.