58 mirî û 1639 pêketiyên nû hatin tomarkirin

13 gulan 2020 23:13
58 mirî û 1639 pêketiyên nû hatin tomarkirin

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiya Tirkiyê amarên dawî yên vîrusa koronayê belav kir.

Li gorî wan amaran di 24 saetên dawî de, li Tirkiye û bajarên Bakurê Kurdistanê 58 kesan ji koronayê can daye û hejmara miriyan gihîştiye 3 hezar û 952 kesan.

Herwiha hejmara kesên bi nexweşiya Covid-19 ketine jî bi zêdebûna 1639 kesan gihîştiye 143 hezar û 114 kesan ku heta niha 101 hezar û 715 kes jî ji koronayê baş bûne.

Wezîrê Tenduristiya Tirkiyê Fahrettîn Koca îro Çarşemê piştî civîna Desteya Zanistî ya Koronayê ragihand ku êdî ew derbasî qonaxa duyem a rûbirûbûna koronayê bûne û tevî ku tedbîr têne sistkirin jî divê hemwelatî li gorî pandemiyê bi awayekî kontrol jiyana xwe bidomînin.