Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 33.520 pêketiyên nû hatin tomarkirin

03 rêbendan 2022 01:56
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 33.520 pêketiyên nû hatin tomarkirin

PeyamaKurd – Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyê rewşa 24 saetên borî ya vîrusa korona (Covid-19) eşkere kir.

Li gorî tabloya îro Yekşemê di nav 24 saetên borî de, 129 kesên din ji ber koronayê can dane û 33 hezar û 520 pêketiyên nû hatine tomarkirin.

Wezîrê Tendurisiyê Fahrettin Koca, diyar kir ku di demên dawî de mirinên herî zêde di nav kesên temenê wan bi ser 60 saliyê de ne û hişyarî da, kesên ser 60 salî û nexweşiyên wan ên kronîk hebin baldar bin û xwe baş biparêzin.