Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 96 wefat û 20 hezar zêdetir pêketinên nû hatin tomarkirin
02 tebax 2021 01:24
PeyamaKurd – Wezareta Tenduristiya Tirkiyê ragihand ku li Tirkiye û bajarên Bakurê Kurdistanê di nav 24 saetên borî de, 96 wefat û 20 hezar û 890 pêketiyên nû yên vîrusa koronayê hatin tomarkirin.
Wezaretê li ser helmeta derzîkirinê jî eşkere kir ku rêjeya kesên doza yekem li xwe dane bûye 66,11%, rêjeya doza duyem jî bûye 44,16%.
Herwiha hat diyarkirin ku bajarên rêjeya derzîlêdanê herî kêm e jî bajarên Îdir, Çewlig, Batman, Sêrt, Diyarbekir, Mûş, Bedlîs, Mêrdîn û Riha yên Bakurê Kurdistanê ne ku tenê bajarê Gumuşhane ji nav Tirkiyê rêjeya wê derzîlêdanê kêm e.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Berfê rêyên zêdetirî hezar gundên Bakurê Kurdistanê girt
25 mjd 2024
Kurdistan
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê sînorê birçîbûnê bû 14 hezar û 431 lîre
31 brf 2023
Kurdistan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin