Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê sînorê birçîbûnê bû 14 hezar û 431 lîre
31 berfanbar 2023 15:38
PeyamaKurd - Konfederasyona Sendîkayên Karkeran a Tirkiyeyê (Turk-Îş) encamên Lêkolîna Sînorê Birçîbûn û Hejariyê yên Kanûn a 2023yan eşkere kir.
Li gorî lêkolîna Turk ÎŞê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê sînorê birçîbûnê yê malbateke 4 kesî gihîştiye 14 hezar û 431 lîreyan.
Di encaman de derketiye holê ku sînorê birçîbûnê mûçeya herî kêm a 2023yan 11 hezar û 402 lîre derbas kiriye û zêdebûna enflasyona xurekê jî li gorî meha borî ji sedî 2,89 û di salekê de jî gihîştiye ji sedî 77,50yî.
Li gorî rapora Turk ÎŞê sînorê hejariyê jî derketiye 47 hezar û 9 lîreyan û mesrefên mehane yên karkerekî jî gihîştiye 18 hezar û 796 lîreyên Tirkî.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Kurdistan
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê sînorê birçîbûnê bû 6 hezar û 391 lîreyê tirkî
29 hzr 2022
Kurdistan
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê rêjeya bêkariyê ji sedî 20an derbas kir
06 trm 2022
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin