Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê sînorê birçîbûnê bû 6 hezar û 391 lîreyê tirkî

29 hezîran 2022 19:06
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê sînorê birçîbûnê bû 6 hezar û 391 lîreyê tirkî

PeyamaKurd – Yek ji sendîkaya herî mezin a karkerên Tirkiyê TURK-Îşê lêkolîna xwe derbarê mesrefên mehekê yên malbateke 4 kesî de eşkere kir.

Li gorî lêkolîna TURK-ÎŞê li seranserê Tirkiye û bajarê Bakurê Kurdistanê sînorê birçîbûnê di meha Hezîranê de ji bo malbateke 4 kesî gihîştiye 6 hezar û 391 lîreyê tirkî.

Herwiha di lêkolînê de hatiye diyarkirin ku sînorê hejariyê jî li Tirkiyê bûye 20 hezar û 818 lîreyê tirkî ku li gorî hesabê dolar dike nêzîkî hezar û dused dolaran.

Hêjayî gotinê ye, ji destpêka sala 2022yan ve aboriya Tirkiyê rûbirûyî krîzeke kûr bûye û rojane enflasyona bihayiyê zêde dibe ku li gorî amarên fermî bi xwe jî enflasyona salane gihîştiye %117,29an.