Berfê rêyên zêdetirî hezar gundên Bakurê Kurdistanê girt
25 mijdar 2024 20:06
PeyamaKurd – Ji ber barîna berfa zêde ku ji doh ve berdewam dike, li gelek gund û navçeyên bajarên bakurê Kurdistanê rê hatin girtin.
Li gorî zanyariyên berdest, li Mûş û Bidlîsê ji ber barîna berfa zêde rêya 154 cih û gundewaran hat girtin.
Li Mûşê qalindiya berfê derketiye 10 santîmetreyan û rêya 70 gundan jî hatiye girtin. Li bajarê Sêwazê jî ji ber berfê bi giştî rêya 906 gundan hatiye girtin. Li Bidlîsê jî barîna berfê didome û hejmarek rê hatine girtin.
Li navenda bajêr û li navçeya Geverê ya Colemêrgê ji şevê din ve berf dibare û ji ber mijê mesafeya dîtinê pir kêm bûye ku ji bo bûyerên nexwestî çênebin rayedaran hişyarî da xelkê û ajokaran.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Berfê rêyên gelek gundên bakûrê Kurdistanê girtî ye
10 brf 2023
Cîhan
Li 7 bajarên Bakurê Kurdistanê rêyên zêdetirî hezar deveran hatin girtin
05 sbt 2023
Kurdistan
Li Bakurê Kurdistanê rêyên zêdetirî 3 hezar gundan asê bûn
31 brf 2025
Koçber

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin