Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê qerentîneyên Covid-19 hatin berfireh kirin

01 nîsan 2020 18:08
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê qerentîneyên Covid-19 hatin berfireh kirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li seranser Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 50 bajarok û gundên 21 bajaran xistine bin qerentîneya vîrusa koronayê.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu ragihand, Hikûmeta Tirkiyê tedbîrên pêşîgirtina belavbûna vîrusa korona tundtir kirine ku niha li 21 parêzgehên Tirkiyê 50 bajarok û gund hatine qerentîne kirin.

Li Tirkiyê herî dawî doh 13 hezar û 561 tûşbûyên vîrusa koronayê û 214 kesan ji vîrusê can dane hatin ragihandin.

Li gorî pisporên pizîşkî li Tirkiyê metirsîyeke zêde ya belavbûna Covid-19 heye ku niha li seranser dinyayê di leza belavbûnê de derketiye rêza serî û pêwîst e tedbîr werin tundkirin û heta qedexeya derve jî were ragihandin.