Li Tirkiyê 5 pêketiyên vîrusa MonkeyPox hatin tomarkirin
02 tebax 2022 18:33
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku heta niha li Tirkiyê 5 nexweşên MonkeyPox ango Xuriya Meymûnê hatine tomarkirin ku kesek di bin çavdêriya bijîşkî de ye.
Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettîn Koca eşkere kir, heta niha 5 kes bi Xuriya Meymûnê ketine, 4 kes baş bûne û kesek jî di bin çavdêriya bijîşkî de ye.
Hefteya borî Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) rewşa lezgîn bo Xuriya Meymûnê ragihandibû ku piraniya pêketiyan li welatên Afrîkayê hatine tomarkirin.
Li gorî amaran, ji destpêka derketina Xuriya Meymûnê ji meha Gulana 2022yan ve, li 74 welatan zêdetirî 17 hezar kes pê ketine.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Koçber
WHO: 30 hezar haletên vîrusa MPox hatin tomarkirin, 812 kes jî mirin
23 îln 2024
Koçber
TTB: Li Tirkiyê 12 kes bi vîrusa Mpox ketine
15 tbx 2024
Jiyan
Li Tirkiyê 6 pêketiyên Omicronê hatin tomar kirin
12 brf 2021
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin