Li seranserê Rojhilatê Kurdistanê bi greva gistî rejîma Îranê hat protesto kirin

02 cotmeh 2022 12:31
Li seranserê Rojhilatê Kurdistanê bi greva gistî rejîma Îranê hat protesto kirin

PeyamaKurd – Li ser banga Navenda Hevkariyê ya partiyên Rojhilatê Kurdistanê û çalakvanan, li bajarên Rojhilatê Kurdistanê roja Şemiyê greva giştî birêve çû û xelkê dikanên xwe venekirin û neçûn kar.

Herwiha bi şev jî li navendên bajarên Rojhilatê Kurdistanê yên wekî Mahabad, Urmiye, Bokan, Sine, Seqiz û gelek navçe û bajarokên din, xwepêşandanên protestoyî hatin lidarxistin û êrîşa li ser baregehên Rojhilatê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê ji aliyê Îranê ve, hate şermezarkirin.

Ji bilî çalakî û grevên li bajarên Rojhilat ên wekî Urmiye, Sine, Kirmanşan û Îlamê li bajarên Îranê piştevanî bo protestoyan hat kirin û çalakiyên dijî rejîma Îranê yên piştî kuştina keça Kurd Jîna Emînî dest pê kirine berdewam kirin.

Navenda Hevkariya Partiyên Kurdistana Îranê roja Pêncşemê bang li gelê Rojhilatê Kurdistanê kiribû ku ji roja Şemiyê ve li dijî bombebarankirina baregehên partiyan li Başûrê Kurdistanê dest bi greva giştî bikin.

Partiyên wekî; Partiya Demokrata Kurdistana Îranê, Partiya Komunîst a Îranê, Partiya Azadiya Kurdistanê, Partiya Serbestiya Kurdistanê, Partiya Serxwebûna Kurdistanê û bi dehan rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê piştevanî dan greva giştî û protestoyên dijî rejîma Îranê.