Li Semsurê wesayitek wergeriya: 4 kes birîndar bûn

19 îlon 2026 10:57

Li navçeya Golbaşiyê ya Semsurê, piştî ku ajokarê otomobîlekê kontrola wesayîtê winda kir û wesayît ket nav baxçeyekî, çar kes birîndar bûn.

Li Semsurê wesayitek wergeriya: 4 kes birîndar bûn

RûpelNews - Qeza li herêma Sogucakê ya li ser rêya sereke ya Golbaşî-Meletiyê pêk hat. Otomobîla bi plaqeya 07 AGY 288 ku ajokariya wê ji aliyê Fatih Erturk ve dihat kirin, piştî windakirina kontrolê ji rê derket û ket nav baxçeyekî.

Di qezayê de ajokar Fatih Ertürk û rêwiyên bi navên Vildan Eyler, Burak Yalçın û Ayşe Umay Erturk birîndar bûn. Piştî agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Kesên birîndar piştî destpêkirina tedawiya ewil li cihê bûyerê, bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Golbaşiyê.

Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.