Li Nisêbînê otobês wergeriya: 13 xwendekar birîndar bûn
Li Nisêbîna Mêrdînê otobêsa ku xwendekarên dibistanê tê da bûn wergeriya. Di qezayê de 13 xwendekar birîndar bûn.
|
Türkçe
RûpelNews - Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê otobêsa ku xwendekarên dibistanê tê da bûn bi sedemeke hêj nayê zanîn wergeriya.
Li ser xeberdayînê tîmên tenduristî sewqî cihê qezayê hatin kirin.
13 xwendekarên ku di qezayê de birîndar bûn, piştî dermankirina destpêkê ya li cihê bûyerê, bo nexweşxaneyê hatin veguhestin.
Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.
