Li navça Mûdanyayê kamyoneta ku karkerên demsale hildigirt wergeriya: 1 mirî û 7 birîndar hene
15 mijdar 2024 00:07
PeyamaKurd – Li navça Mûdanyayê ya bi ser bajarê Anedolê Bûrsayê, kamyoneta ku karkerên demsale hildigirt, ji ber ajotvanê wê desthilata xwe wenda kir, ji ser rê derket û li darekî xist.
Di encama qezayê de ku piraniya wan karkeran xelkê Kurdistanêne, kesekî mir û 7 kes birîndar bûn. Bûyer serê sibê seet di 08.00an de qewimî û karkerên demsale diçûn çinîna zeytûnan.
Bi bandora ku kamyenet li darê xist, karekera bi navê Gülbeyaz Alak (54) li ciyê qezayê can da û 7 kesên di kamyonetê de birîndar bûn.
Birîndaran bi ambûlansên tenduristiyê birin nexweşxanên der û dorê û lêpirsîna li ser bûyerê dewam dike.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Kurdistan
Karkerên bi dehan kompaniyên Petrokîmyaya Îranê ketin grevê
23 nsn 2023
Kurdistan
Serokê DTSO: Karkerên Diyarbekirê ji ber krîzê berê xwe didin Duhok û Hewlêrê
28 sbt 2021
Jiyan
Di qeza karkerên demsale de jimara miriyan bû 4 kes
15 mjd 2025
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin