Kamyoneta karkerên demsale hildigirt, di helan de çû jêr: kesekî mir û 22 kes birîndar bûn
07 îlon 2024 22:07
PeyamaKurd - Li bajarê Dîlokê (Gaziantep) kamyoneta karkerên demsale hildigirt, di helan de çû jêr, kesekî mir û 22 kes birîndar bûn. Ji birîndaran rewşa 8 karkeran xedare.
Qeza, ber destê êvarê li navça Oğuzeliyê li taxa Yakacıkê qewimî. Di qezayê de ajotvan di nava wan de 23 kes birîndar bûn.
Tîmên lezgîn yên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê û birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxanên bajêr. Ji birîndaran kesekî li nexweşxanê can da û ji 22 birîndaran rewşa 8 karkeran gelek xedare.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
2 karkerên demsale di ava bendavê de fetisîn
04 hzr 2022
Jiyan
Mîdîbusa karkerên demsale hildigirt qeza kir: 5 birîndar
14 rbn 2022
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin