2 karkerên demsale di ava bendavê de fetisîn
04 hezîran 2022 22:39
PeyamaKurd – Li bajarê Semsûrê li navça Kolikê (Kahta) 2 karkerên demsale yên çandiniyê, ji bo xwe hînik bikin ketin ava bendavê. Paşî her dû karker di nav avê de dipirpitin. Her çendîn hevalên wan yên din xwestin wan rizgar bikin jî nikaribûn û ji bînahiya hevalên xwe dûr bûn.
Li ser mijarê agahiyê dan ciyên pêwendîdar û tîmên polîs, tenduristiyê, AFAD û ji asayîşê tîmên noqavê çûn ciyê bûyerê. Piştî xebata bi yek sietê, cesedê kesê bi navê Khal Murad Abdul Baqi (44) û yê din ku navê nehat zanîn ji avê derxistin.
Her dû cenazeyan ji bo otopsiyê birin morga nexweşxana dewletê ya Kolikê (Kahta).
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Li Mûsê di ava bendavê (bajar) de 5 kes fetisîn
08 tbx 2024
Jiyan
Di qeza karkerên demsale de jimara miriyan bû 4 kes
15 mjd 2025
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin