Traktora karkeran wergeriya: 18 kes birîndar bûn

02 îlon 2026 20:14

Traktoreke ku karkerên findiqê vediguhestin, li navçeya Hendek a Sakaryayê wergeriya. Di bûyerê de 18 kes birîndar bûn.

Traktora karkeran wergeriya: 18 kes birîndar bûn

RûpelNews - Traktora ku ajokarê wê E.D. bû û erebeyeke pê ve girêdayî karkerên findiqê tê de bûn, dema ku ji zeviyeke li devera Dikbayır a Taxa Kahraman vedigeriya, wergeriya.

Piştî agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê, agirkujiyê û cendirmeyan sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

18 kesên ku di bûyerê de birîndar bûbûn, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hendekê.