Li Semsûrê mînîbusa karkeran wergeriya: 13 birîndar hene

29 tebax 2026 15:23

Li Semsûrê di encama wergerîna mînîbusa ku karkerên tutunê vedguhestin de 13 kes birîndar bûn. Ji birîndaran 4 kes birin nexweşxaneyê.

Li Semsûrê mînîbusa karkeran wergeriya: 13 birîndar hene

RûpelNews - Qeza, sibehê li devera İndere TOKÎyê ya li navenda Semsûrê rû da.

Li gorî agahiyên hatine bi dest xistin, mînîbusa bin ajokariya M.A. de ku karkerên tutunê dibirin kar, piştî ku ajokar kontrola dîrenksiyonê winda kir ji kontrolê derket û wergeriya.

Li ser agahdarkirinê re ekîbên tenduristî û polîs şandin cihê qezayê. Ji 13 kesên ku di qezayê de birîndar bûn, 9 kes ji aliyê ekîbên tenduristiyê ve li cihê bûyerê li ser piyan hatin tedavîkirin.

Mustafa Akbaba, Bilgin Tak, Habibe Mutlu û Berfin Akçal ku hat nirxandin rewşa wan girantir e, bi ambûlansan birin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Semsûrê.

Derbarê qezayê de lêkolîn hat destpêkirin.