Minibusa karkeran wergeriya: Mirî û birîndar hene

12 adar 2026 16:16

Li Anamur a Mersînê, minibuseke ku karkerên çandiniyê wergeriya, di encamê de karkerek û ajokar mirin û 12 karker din jî birîndar bûn.

Minibusa karkeran wergeriya: Mirî û birîndar hene

RûpelNews - Minîbusa bi plaqeya 70 ACV 113, ku ji aliyê Mustafa Unal ve dihat ajotin û karkerên çandiniyê hildigirt, li taxa Ormancikê li ser riya Anamur-Ermenekê di xendekekê de ket xwarê.

Piştî wergirtina agahiyê, tîmên hawarçûnê cendirme û agirkujiyê ji bo cihê qezayê hatin şandin.

Hat ragihandin ku di encama bûyerê de ajokar û karkerekî jiyana xwe ji dest dane û 12 karker jî birîndar bûne.

Birîndar bo Nexweşxaneya Dewletê ya Anamurê hatin veguhestin. (Çavkanî: DHA)