Li Swîsreyê otobus wergeriya: Mirî û birîndar hene
Piştî ku otobuseke geştyaran li ser rêyeke çiyê li kantona Graubündenê, li rojhilatê Swîsreyê wergeriya, hejmarek kesam jiyana xwe ji dest dan û gelekên din jî birîndar bûn. Rayedaran heta niha hejmara mirî û birîndaran eşkere nekirine.
RûpelNews - Qeza roja Pêncşemê li ser rêya ku gundên Susch û Zernez ên li Geliyê Engadin, nêzîkî Parka Neteweyî ya Swîsreyê, bi hev ve girêdide, pêk hat.
Her çend polîsan piştrast kir ku di qezayê de mirî û birîndar hene, lê wan heta niha derbarê hejmara kesên têkildar an jî neteweyên wan de ti agahî nedane.
Dîmenên ku di medyaya Swîsreyê de hatin weşandin, otobusê nîşan didin ku li kêleka rê ketiye xendekê û gelek tîmên hawarçûnê û helîkopter ji bo cihê bûyerê hatine şandin.
Hat ragihandin ku otobusa tevlî qezayê bûye, a şîrketa holandî Oad e, ku li seranserê Ewropayê gerên betlaneyê organîze dike.
Polîsan ragihand ku ji bo tespîtkirina sedema derketina otobusê ji rê, lêpirsînek hatiye destpêkirin.
