Wesayîta leşkerî wergeriya: Leşkerek mir, 2 kes birîndar bûn
Li navçeya Başan a îdirê, dema ku wesayîtek leşkerî li ser erka dewriyeyê bû û wergeriya, leşkerekî jiyana xwe ji dest da û du leşkerên din jî birîndar bûn.
RûpelNews - Bûyer îro derdora saet 15:30an li navçeya Başanê qewimî.
Li gorî agahiyan, wesayîta leşkerî ya ku personelên li Qereqola Şehîd Bulent Aydın vediguhest, di dema dewriyeyê de ji ber sedemeke nediyar kontrola xwe winda kir û wergeriya.
Di bûyerê de leşkerekî nav wesayîtê jiyana xwe ji dest da û du leşkerên din jî birîndar bûn. Piştî agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Leşkerên birîndar piştî destpêkirina tedawiya ewil, bi ambûlansê ji bo tedawiya zêdetir rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nevruz Erez.
Nasnameya leşkerên ku jiyana xwe ji dest da û birîndar bûne hêj nehatine eşkerekirin; tê payîn ku ev hûrgilî piştî daxuyaniyeke fermî bi raya giştî re werin parvekirin. Derbarê sedema bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.
