Li Rojavayê, leskerên rejîmê û PYDê ser kirin!

08 îlon 2018 16:54
Li Rojavayê, leskerên rejîmê û PYDê ser kirin!

PeyamaKurd- Li Rojavayê Kurdistanê li herêma ku di bin qontrola Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) de di navbera hêzên asayîşa PYDê û leşkerên Rejîma Şamê de şer derket. Di encama şêrr de 14 kes hatin kuştin.

Li gorî çavkaniyên herêmî, di şerê di navbera her du aliyan de, 13 leşkerên Rejîma Sûriyê leşkerekî asayîşê hatine kuştin.

Heta niha nehatiya eşkerekirin ku di navbera her du aliyan de çima şer derketiye. Lê hat ragihandin ku wextê ku sê trempêlên eydê Rejîma Şamê, ji Hesekê derbasî Qamîşlo bûne, şer derketiye.

Heta niha li ser bûyerê daxuyaniyeke fermî nehatiye kirin.