Êrîs dîsa destpê kirin: Komên milîs leskerên rejîmê gulebarankirin!
PeyamaKurd – Piştî nêzîkî du sal û nîvan ji aramiyeke nisbî di xetên pêwendiyê yên hêzên rêjîma Sûriyê û komên opozisyonê de li gundewarê Idlib û Helebê li Sûriyê, û bidawîhatina şer û pevçûnên leşkerî di navbera her du aliyan de, çalakî û êrişên leşkerî ji nû ve dest pê kirin.
Di êrîşên dawî de û di encama gulebarana sekvanên komên milîs de, 4 endamên hêzên rejîma Sûriyê hatin kuştin.
Komên Artêşa Niştimanî ya Sûriyê (SMO) yên ku Tirkiyê piştgiriya wan dike, ragihandin ku wan xaleke leşkerî ya hêzên rêjîma Sûriyê li herêma Tadîfê li gundewarê bakurê Helebê kirin armanc.
Di êrîşê de 4 endamên hêzên rejîmê hatin kuştin. 4 endamên din ên hêzên rêjîmê bûn armanca sekvanên komên opozisyonê li nêzîkî navçeya Seraqib di dema hewldaneke têkçûnê ya neserkeftî de li gundewarê rojhilatê Idlibê.
Berdevkê koma Ehrar el-Şam a opozisyona Sûriyê Ebû Zeyd ragihand, komên opozisyonê yên ser bi odeya operasyonê ya bi navê Fethu'l Mubin bi ser ketin hewla ketina hêzên rêjîma Sûriyê li nêzîkî bajarokê Serakîbê têk birin. Di vê navberê de 4 endamên hêzên rejîmê hatin kuştin.
Çavdêrên siyasî û xwecihî li Sûriyê dibêjin ku bi lezbûna nêzîkbûna Tirkiyê û rêjîma Sûriyê, zêdebûna operasyonên leşkerî li dijî hêzên rêjîmê li herêma Kêmkirina rageşiyê li Idlibê, komên opozisyonê hewl didin peyamekê bidin Tirkiyê.
Ji aliyê din ve, Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirova (SOHR) do diyar kiribû, balafireke bêmirov a Tirkiyê, li bejahiya navçeya Qamişlo ya dikeve bakurê rojavayê Hesekê, li nêzî gundê Hazimuk ê li bakur-rojhilatê bajaroka El-Kehtaniye, cotgehek kir armanc.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin