Bexda: Êrîsa Kormorê teror e, lêpirsîn hat destpêkirin
27 mijdar 2025 16:41
PeyamaKurd – Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê û Tora Medyaya Ewlehiyê, êrîşa li ser zeviya gazê ya Kormorê wekî "kiryareke terorîstî" û "bi tevahî nayê qebûlkirin" pênase kirin.
"Gefek e li ser berjewendiyên Iraqê"
Serokê Tora Medyayê ya Ewlehiyê Lîtnant General Saad Maan ragihand ku hêzên ewlehiyê dest bi lêkolînek berfireh kirine. Maan diyar kir ku ev êrîş gefeke rasterast e li ser berjewendiyên Iraqê û armanca wê têkbirina ewlehî û aramiya aborî ye.
Fermandariya Operasyonên Hevbeş jî di daxuyaniya xwe de tekez kir ku êrîşkar dê cezayê adil bistînin û got:
Ev kiryara tirsonek dê zirarê bide çavkaniyên enerjiyê û sîstema elektrîkê ya Hewlêr û Silêmaniyê."
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Nêçîrvan Barzanî: Êrîsa Kormorê teror e, divê Bexda tawanbaran ceza bike
27 mjd 2025
Cîhan
Serok Barzanî êrîsa teroristî ya Bexdayê bi tundî sermezar kir
20 trm 2021
Jiyan
Îran: Êrîsa Amerîkayê ya li ser Bexdayê "kiryareke terorîstî" ye
09 sbt 2024
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin