PSDK: PYDê, hemû daxwazên rejîmê qebûl kirine
PeyamaKurd- Serokê Partiya Sosyalîst a Demokrat a Kurdistanê (PSDK) Mihemed Hecî Mehmûd diyar kir ku siyaseta Amerîkayê li Rojava ji ber PKKê xirab bûye û Sûriye ji aliyê wan ve wekî sînor e.
Mihemed Hecî Mehmûd, li ser rewşa li Rojava daxuyaniyek da û bi rêya daxuyaniyê diyar kir ku rewşa ji ber guherînê, gelek hestyar e.
Serokê PSDKê got,“Guhertinên li herêmê di pêvajoyeke gelek hestiyar re derbas dibin. Amerîka nikare projeyên xwe yên li Rojhilata Navîn biqedîne. Nikare li herêmê hêzeke xurt ava bike. Niha jî nikare li Iraqê hikûmeteke bihêz ava bike. Suriyeyê jî radestî Tirkiyeyê kiriye.
Amerîka, li Yemenê bi ser neket. Li Efxanîstanê bi ser neket û radestî Talîbanê kir. Wan Lîbya radestî Tirkiyeyê kir. Filistînê jî radest kir. Amerîka, jixwe di nav xwe de bi pirsgirêkên xwe re mijûl dibe."
Mihemed Hecî Mehmûd, nêrînên xwe yên di derbarê rewşa Rojava û rêveberiya PYDê de jî anî zimên û wiha got:
“Amerîka û Îran, ji operasyona Tirkiyeyê razî ne. Bi qasî ku ez dizanim, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ji rêjîma Suriyeyê xwest ku vegere sînorên Rojavayê Kurdistanê. Rêveberiya li wê derê, ji Amerîka û Rusyayê bêhêvî ye. Ez di wê baweriyê de me ku wan ji ber tirsa ku dive di her kêliyeke pêş de Amerîka hêzên xwe bikişîne, ev daxwaz kir. Naxwe ji bo rewşeke wiha, wekî din dê şîroveyeke çawa hebe?”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin