ENKS lîsta girtiyên Kurdên li cem rejîmê û PYDê radestî NY dike
PeyamaKurd – Li paytexta Qazaxistanê Nursultanê 13emîn civînên formata Astanayê îro bi amadebûna welatên garantor Rûsya, Îran, Tirkiye û aliyên opozîsyon û rejîma Sûriyê dest pê kirin.
Nûnerê Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) di nav şanda opozîsyona Sûriyê de Ebdilhekîm Beşar li Nursultanê ragihand ku ew dê lîsteyeke ji girtiyên Kurd ên li cem rêjîma Sûriyê û PYDê radestî nûnerê Netewên Yekbûyî (NY) bikin.
Beşar ji K24ê re da xuyakirin ku îro li demjimêr 11:00ê civînên dualî di navbera şandên Hikûmeta Sûriyê û Rûsya, şanda Hikûmeta Sûriyê û Îranê, şanda Tirkiye -Rûsya û Rûsya-Îranê hatin kirin. Herwiha civînên di navbera her sê welatên gerentîkar û şandên Iraq, Libnan û Urdinê hatin kirin.
Ebdilhekîm Beşar ku di heman demê de di civînên Astanayê de, Cîgirê Serokê Îtîlafa Opozîsyona Sûriyê ye got ku ew jî di nava şanda opozîsyona Sûriyê beşdarî danûstandinên Astanayê bûye û diyar kir, şanda opozîsyonê çend xalên girîng di karnameya wê de heye, ji wan rawestandina şerê li Idlibê û dosya kesên li cem rêjîma Sûriyê û PYDê girtî û windayî ne û xala Komîta Destûrê ye.
Ebdilhekîm Beşar ragihand ku lîsteyeke ji navên Kurdên girtî û windayî yên li cem rêjîma Sûriyê û PYDê li ber destê wî ye û dê wê lîstê radestî nûnerê Netewên Yekbûyî Geir Pedersen bike, daku ew pirs bê çareserkirin.
Ebdilhekîm Beşar da zanîn, ew wek opozîsyona Sûriyê û ENKSê daxwaz dikin biryara NY ya jimar 2254 bi tevahî bê cîbicîkirin û veguhestina siyasî destpê bike.
Beşar got: “Danûstandinên Astanayê baş in, lê cihê danûstandinên Cenêvê nagire. Kurd li her duyan jî beşdar dibin… Heta niha pirsgirêka Sûriyê ji bo çareseriyê ne amade ye, ji ber ku hîna nakokiyên Amerîka û Rûsya li ser pirsa Sûriyê hene.”
Li ser avakirin herêma ewle li rojhilatê Firatê jî Ebdilhekîm Beşar got: “Avakirina herêma ewle di navbera du hêzên sereke Amerîka û Tirkiyê de tê guftûgokirin, pêwîst e em wek Kurd danûstandina me bi her du aliyan re hebe, da ku em wek ENKS û Pêşmergeyên Roj cihê xwe tê de bigirin û bibin hevbeşê pêkanîna herêma ewle.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin