Li Ovacikê berf giha 3 metreyî

16 rêbendan 2019 05:06
Li Ovacikê berf giha 3 metreyî

PeyamaKurd- Xaniyên navçeya Ovacik a bi ser bajarê Dêrsimê di nava berfê de wenda dibin. Avahiyên dibistanan û daîreyên dewletê hema hema di nava berfê de xuya nakin.

Bineciyên Ovacikê dibêjin ku ji kengê de ye zivistaneka weha serma û berf nehatiye dîtin. Carna cîran nikare ji berfê mala cîran bibîne. Di destê wan de bêr hene û di nava bajêr de rê vedikin.

Di nava nişteciyan de hene ku bi barîna ew çend berfê kêfxweşiya xwe dibêjin û hene ku ew çend berf bo wan astengiyan peyda dikin û ji berfê razî nînin. Lê ew kesên ku xaniyat yek qatin ji berfê zêde tesîrê dibînin û xaniyê wan di nav berfê de wenda dibe.