Îranê li dijî Amerîka û Îsraîlî êrişeke berfireh ragihand
Hat ragihandin ku Îranê li hemberî xalên leşkerî yên Îsraîl û Amerîkî êrişên berfireh da destpêkirin.
RûpelNews - Ajansa Nûçeyan a Mehr daxuyaniya şeşemîn a Hêzên Çekdar ên Îranê weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin ku wekî beşek ji pêla şeşemîn a ‘Operasyona Soza Rast 4’, Pasdariya Şoreşger êrîşên mezin ên mûşekî û dronî li ser baregehên leşkerî yên Îsraîlî û Amerîkî yên li herêmê da destpêkirin.
Îranê êrîşên nû yên mûşekî û dronî li dijî hedefên Îsraîl û Amerîkayê yên li herêmê pêk anîn. Piştî êrîşan, sîstemên parastina hewayî li Qeter, Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî, Kuweyt, Urdun û Îsraîlê hatin aktîvkirin. Li Tel Avîvê siren lê didin.
'Operasyoneke berfireh dest pê kir'
Hat ragihandin ku êrîşan 27 hedefên Amerîkî û Îsraîlê yên li herêmê kirin armanc, di nav de "Bingeha Hewayî ya Tel Nof, baregeha sererkaniya artêşa Îsraîlê ya li Tel Avîvê, û kompleksa mezin a pîşesaziya parastinê".
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Hêzên Çekdar ên Îranê dê nehêlin sirenên li baregehên Îsraîl û Amerîkî bêdeng bibin û dê rêzeyek tedbîrên tolhildanê yên astengker, cuda û tund werin pêkanîn.
Piştî kuştina Xameneyî, alozî zêde bûn
Pasdariya Şoreşa Îranê ragihand ku ew ê "di pêşerojeke nêz de" piştî mirina serokê Îranê Ayetullah Elî Xameneyî, êrîşên tolhildanê li dijî Îsraîlê û baregehên Amerîkayê yên li herêmê pêk bîne.
