Sudanî: Bexda û Erbîl gihan peymanekî berfireh

14 adar 2023 04:12
Sudanî: Bexda û Erbîl gihan peymanekî berfireh

PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya es-Sudanî got ku Herêma Kurdistanê û Bexda gihane peymanekî berfireh ya li ser petrol û xazê. Sûdanî para Herêma Kurdistanê di budça sala 2023an ya Iraqê de %12.6 ragihand.

Encumena wezîran ya Iraqê salane 149 milyar 870 milyon dolar budça Iraqê qebûl kiriye û ji bo salên 2023, 2024 û 2025an budçê temame. Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya es-Sudani, di civîna çapemeniyê de li ser mijarê ragihand ku encumen budçê qebûl kiriye, ji bo erêkirinê şandine parlementoyê û ji bo heman mijarê bi temamê terefên siyasî re axifîne û di wê baweriyê de ye ku wê parlemento budçeyê zû erê bike. Sûdanî weha got:

“Ji bo budçê bi temamê partiyên siyasî re me lihev kiriye. Wê dereng nemîne û di parlementoyê de derbas bibe. Di budçê de me serê varêla petrolê 70 dolar baz girtiye û kêmasiya budça me heya niha 47 milyar û 936 milyon dolare.

Petrola ku ji Herêma Kurdistanê difroşin derve, me di bankayê de hesabekî vekir û hesab girêdayê rêvebirya federale.”