Li Îranê kesekî ku beşdarî xwepêşandanên Jîna Emînî bûbû, hat îdamkirin
Hat ragihandin ku cezayê îdamê yê Arif Xoşkarê yê ku di xwepêşandanên piştî mirina Mehsa (Jîna) Emînî ya sala 2022yan de li Îranê derketibûn, bi tohmeta kuştina karmendekî ewlehiyê hatibû mehkûmkirin hatiye pêkanîn.
RûpelNews - Li gorî Ajansa Nûçeyan a Mîzanê ku girêdayî Dezgeha Dadweriyê ya Îranê ye, cezayê îdamê yê ku ji ber kuştina karmendekî ewlehiyê bi guleyan di dema xwepêşandanan de li Xoşkar hatibû birîn, hate pêkanîn.
Di raporê de her wiha hat îdiakirin ku Xoşkar sûcê xwe qebûl kiriye.
Doz ji nû ve hate nirxandin
Rayedaran ragihandin ku cezayê îdamê di pêvajoya îtîrazê de ji aliyê Dadgeha Bilind a Îranê ve ji nû ve hate nirxandin û piştî lêkolînê hate pesendkirin.
Ragihandina îdamê
Di raporta Ajansa Nûçeyan a Mîzanê de hat îdiakirin ku îdam li gorî daxwaza malbata Xoşkar hatiye pêkanîn.
Mirina Mehsa (Jîna) Emînî piştî ku di Îlona 2022yan de hatibû desteserkirin, bû sedema xwepêşandanên berfireh li seranserê welêt; di dema xwepêşandanan de gelek kes hatin desteserkirin û di dozên têkildarî xwepêşandanan de cezayên îdamê hatin dayîn.
