Almanya: Niyeta me nîne beşdarî operasyona li Îranê bibin

02 adar 2026 14:28

Wezîrê Derve yê Almanya Wadephul diyar kir ku welatê wî qet niyet nîne ku beşdarî operasyoneke li dijî Îranê bibe.

Almanya: Niyeta me nîne beşdarî operasyona li Îranê bibin

RûpelNews - Wadephul ji radyoya Deutschlandfunkê ragîhand ku Brîtanyayê baregehên xwe yên li herêmê ji bo êrîşkirina li ser Îranê ji Amerîkayê re vekiriye û destnîşan kir ku Almanyayê li herêmê baregehên wisa nînin.

Wezîrê Derve yê Almanya got, "Cebilxaneya me ya leşkerî ya pêwîst jî nîne. Wekî din, Almanyayê bi ti awayî niyeta beşdarbûnê di operasyonan de nîne." Leşkerên Alman li herêmê, bi giranî li Urdun, Îraq û Libnanê, li baregehên cuda bi cih bûne.

Wadephul got ku eger leşkerên alman ên li herêmê rastî êrîşan werin, ew dikarin tedbîrên parastinê bigirin, lê ti tedbîrên zêde ne di rojeva wan de ne.

Wezîrê alman her wiha got, "Îran ne tenê ji bo Îsraîl û herêmê, lê di heman demê de ji bo Almanya û Ewropayê jî gefeke girîng e."

Giringîdana "mûşekên balîstîkî"

Wadephul diyar kir ku jinûve destpêkirina bernameya hilberîna mûşekên balîstîk a Îranê, ku dikare gefê li Ewropayê bixwe, gefeke berbiçav e û destnîşan kir ku rejîma Îranê "her tim biryarderiya xwe ya ji bo çalakiya li dijî Ewropa û berjewendiyên Ewropayê nîşan daye û bi rêya êrîşên sîber li dijî Almanyayê tevlî çalakiyên terorîstî bûye." Wezîrê Derve yê Almanya herwiha got ku Îran di şerê xwe yê li dijî Ukraynayê de piştgiriyê dide Rûsyayê û ev yek nikare were paşguhkirin.

Daxuyaniya sê welatan: Em amade ne ku tevbigerin

Di daxuyaniyeke hevpar a duh de ya Almanya, Brîtanya û Fransayê êrîşên mûşekî yên Îranê yên li Rojhilata Navîn şermezar kirin û ragihandin ku ew amade ne ku ji bo parastina berjewendiyên xwe yên li herêmê û yên hevalbendên xwe yên li Kendavê, tedbîrên parastinê bigirin.

Piştî vê daxuyaniyê, gelek dezgehên medyayê ragihandinê ku Almanya li ser beşdarbûna operasyonên leşkerî yên li dijî Îranê difikire.