Dadgeha Îranê bi hinceta pistgiriya portestoyên Jîna Emînî ceza da du Kurdan
27 mijdar 2024 23:01
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku dadgeha bajarê Bokanê ya Îranê, ji ber piştevaniya protestoyên sala borî yên bo keça Kurd Jîna Emînî kirine, cezayê girtîgehê li ser du welatiyên Kurd sepand.
Taya 101 a dadgeha sizakirinê ya bajarê Bokanê, 2 welatiyên Kurd ên bi navê Idrîs Hacîresûlpûr ê xelkê bajarê Bokanê û Hêmin Îbrahîmhemze yê xelkê gundê Qeregul ê bajarê Bokanê, her yek 3 meh cezayê girtîgehê da wan.
Herndu welatiyên Kurd beriya niha ji aliyê hêzên îtilaata Îranê ve hatibûn binçavkirin û piştî dosyeya dozê li ser wan hatibû danîn jî hatibûn berdan.
Hêjayî gotinê ye, tohmeta li ser herdu welatiyên Kurd jî piştevaniya protestoyên Jin Jiyan Azadî yên Jîna Emînî ye.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin