Amerîkayê hisyarî da Iraqê: Pistgiriya enerjiya Îranê bidawî bîne

07 adar 2025 22:12
Amerîkayê hisyarî da Iraqê: Pistgiriya enerjiya Îranê bidawî bîne

PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Amerîkayê hişyarî da Iraqê ku di demekî nêzîk de alîkariya çavkaniyên enerjiya Îranê bidawî bîne.

Wezareta Derve ya Amerîkayê ji Iraqê xwest, di demeke kurt de dawî bi alîkariya çavkaniyên enerjiya Îranê bîne.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Tammy Bruce, li ser pirsa ‘Gelo Amerîka gihîştiye ti rêkeftinekê ji bo nûkirina bexşîna Iraqê ji cezayên ser hawirdekirina gaza Îranê ku sibe 8ê Adarê dema dawî ye?’ ev bersiv da:

“Di vê qonaxê de ti tiştek nîne em ragihînin ku girêdayî bexşîna niha ji bo elektrîkê û roja 8ê Adarê dema dawî ye û dem temam dibe.”

Bruce got: “Em peyçûna hemû efûya ser cezayên niha dikin ku her rêjeyek alîkariya aborî û darayî dabîn dikin.”