Dadgeha Îranê bi hinceta sewitandina wêneyê Suleymanî 16 sal ceza da 3 xortên Kurd

20 tîrmeh 2020 00:54
Dadgeha Îranê bi hinceta sewitandina wêneyê Suleymanî 16 sal ceza da 3 xortên Kurd

PeyamaKurd – Rêxistina Mafên Mirovan Hengawê ragihand ku dadgeha Îranê bi hinceta ku wêneyê Qasim Suleymanî şewitandine, 16 sal cezayê zîndanê da 3 xortên Rojhilatê Kurdistanê.

Hengawê da xuyakirin ku 3 xortên bi navên Arman Hisenzade (20), Behmen Rehîmî (19), Milad Hisenî (19) û Sîna Ebdullahî (17) çend meh berê bi hinceta şewitandina wêneyê Fermandarê Hêza Qûds Qasim Suleymanî ku li Bexdayê ji aliyê Amerîkayê ve hatibû kuştin, hatine binçavkirin.

Dadgeha îranê ya bajarê Seqizê ji wan çar ciwanan ceza da sisiyan û li gorî biryara dadgehê; li ser Arman Hisenzade 6 sa 7 meh, Milad Hisenî 6 sal û 6 meh û Behmen Rehîmî jî 3 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hat sepandin ku bi tevahî 16 sal ceza hat dayîn.

Herwiha cezayê xartê bi navê Sîna Ebdullahî ku ew jî hîn girtiye nehat eşkerekirin.