Li Duhokê kurdekî êzidî bû berpirsê gistî yê turîzmê

22 berfanbar 2020 20:04
Li Duhokê kurdekî êzidî bû berpirsê gistî yê turîzmê

PeyamaKurd – Li parêzgeha Duhokê ya Herêma Kurdistanê kurdekî êzîdî bû berpirsê giştî yê turîzma parêzgehê.

Parêzgarê Duhokê Dr. Elî Teter, îro bi merasîmekê posta rêveberiya giştî ya turîzma Duhokê radestî Xeyrî Elî Oso kir ku kurdekî êzîdî ye.

Parêzgarê Duhokê Elî Teter got, “Beriya niha 5 berpirsên giştî yên parêzgehê hatibûn guhertin. Îro jî berpirsê nû yê tûrîzmê hat destnîşankirin.”

Elî Teter da zanîn, kabîneya niha ya hikûmeta Kurdistanê girîngiyeke mezin dide sektora turîzmê û da zanîn ku ji bo vê planên wan ên baş hene.

Hêjayî gotinê ye, berpirsê berê yê turîzma Duhokê Ubeydullah Dawûd, ji ber nexweşiya Koronayê koça dawî kiribû û cihê wî vala mabû.