Li Êlihê ziyaretgeha Şêx Hevinda ya kurdên Êzidî ji nû ve tê avakirin
Ziyaretgeha Şêx Hevinda ya li bajarokê Awîskê yê Qubîna Êlihê ku ji ber bêxwedîtiyê kavil bûye niha ji nû ve tê avakirin.
RûpelNews - Hîmê ziyaretgehê bi beşdariya rayedarên dewleta Tirkiyeyê, Mîrê Êzidiyan û xelkê hat danîn û di merasîmê de dua hatin kirin.
Piştî 40 salan hîmê ziyaretgeheke Kurdên Êzidî hat danîn. Bi merasîmeke taybet projeya avakirina Ziyaretgeha Şêx Hevind dest pê kir.
Parlamenterê AK Partiyê yê Êlihê Ferhat Nasiroglu li ser jinûveavakirina ziyaretgehê axivî û got:
“Em îro bi rastî jî bi kelecan in. Em zaf dixwazin ev der ava bibe. Êzidî dostên me ne, dostên bav û kalên me ne.
Di dema xwe de çûne xerîbiyê û koçber bûne. Lê ev memleket memleketê wan e, heqê wan jî li ser me heye.”
Di merasîma ji nû ve avakirina Ziyaretgeha Şêx Hevinda de Wezîrê Werzişê yê Tirkiyeyê, Mîrê Êzidiyan û rayedarên Wezareta Çandê jî amade bûn.
Mîrê Êzidiyan banga naskirina fermî ya Êzidiyan li dewleta Tirkiyeyê kir.
Mîrê Êzidiyan Mîr Hazim Tehsîn Beg got:
“Em pê kêfxweş in ku Êzidiyên me ji welatên Ewropayê werin vê ziyaretgehê, urf û adetên xwe û merasîmên dînî bi cih bînin.
Lê em dixwazin Êzidî li Tirkiyeyê wekî diyanet werin naskirin, eynî wekî Îraqê. Divê em di destûrê de werin naskirin.”
Cemîl Ekîncî xwediyê keda projeya Ziyaretgeha Şêx Hevind e.
Wî 5 salan hewl daye ku vê projeyê bide pejirandin û di dawiyê de gihiştiye armanca xwe.
Cemîl Ekîncî li ser dema projeyê ev agahî dan:
“Ev proje dê 6 mehan dewam bike. Avakirina wê dê 6 mehan dewam bike. Dê meha 2yan yan jî meha 3yan xelas bibe.”
Berê li derdora Qubînê 14 gundên Kurdên Êzidî hebûn.
Lê piraniya niştecihên van gundan piştî salên 1980yî koçî çar aliyên cîhanê kir. Wan bi taybetî jî berê xwe da Almanyayê.
