Serokê Parlamentoya Tirkiyê bi Kurdên Êzidî re civiya
Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş, li parlamentoyê ligel çend parlamenter û şaredaran pêşwaziya heyeta Kurdên Êzidî kir.
EuronuNews- Numan Kurtulmuş di civînê de bal kişand ser dewlemendiya çandî û baweriyê ya Tirkiyeyê û bi bîranîna gotina Hezretî Elî ya "Mirov yan di afirandinê de hevtayê te ne yan jî di dîn de birayê te ne" destnîşan kir ku ew amade ne daxwazên Êzidiyan bişopînin û çareser bikin.
Kurtulmuş komkujiya Şingalê şermezar kir û diyar kir ku rêxistinên wekî DAIŞ û YPG/PYD amûrên navendên emperyalîzmê ne ku dixwazin gelên herêmê berdin hev.
Serokê Komîteya Yekîtî û Piştgiriya Êzidiyan Orhan Onat, girîngiya diyalogê anî ziman û dosyaya daxwazên Êzidiyên li Tirkiye û Ewropayê pêşkêşî Serokatiya Parlamentoyê kir.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin