Mîrê Êzidiyan: 2 hezar 500 jinên Êzidî di destê DAIŞê de ne
Mîrê Kurdên Êzidî Mîr Hazim Tehsîn Beg derbarê Êzidiyên wenda û li ser esenler wan got: "Heta niha 270 hezar Êzidî koçber in, 2 hejar 500 jinên Êzidî di destê DAIŞê de ne û gelek gorên bikom hêj nehatine vekirin."
RûpelNews - Mîr Hazim Tehsîn Beg beşdarî merasîmeke taybet a 12emîn salvegera komkujiya Êzidiyan bû.
Mîr Hazim Beg diyar jî kir ku zindîkirina vê bîranînê ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve serbilindî ye û ji bo şehîdên Êzidî û tevahiya Kurdistanê wefadariyeke mezin e.
Mîrê Êzidiyan bal kişand ser berdewamiya bandorên komkujiyê û got: "Heta niha 270 hezar Êzidî koçber in û 2 hezar 500 jinên Êzidî di destê DAIŞê de mane, ji bilî ku gelek gorên bikom hîn nehatine vekirin."
Wî da zanîn jî ku rêxistina terorîstî ya DAIŞê di sedsala 21ê de dixwest dîroka 4 hezar salî ya miletê Êzidî bi şev û rojekê ji nav bibe, lê bi hezkirina Xwedê û xweragiriya gelê me ew plan bi ser neketin.
Mîr Hazim Tehsîn Beg xwest ku dosyeya koçberên Êzidî bi lez were çareserkirin, wî rexne li Parlamentoya Îraqê girtin û got: "Heta niha 13 welatan komkujiya Êzidiyan nas kiriye lê Parlamentoya Îraqê ev tawan nas nekiriye."
Di pareke din a gotara xwe de, Mîr Hazim Beg daxwaz ji Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokê Herêma Kurdistanê kir ku ligel hikûmeta Iraqê ji bo çareserkirina dosyeya Şingalê bigihin lihevkirinekê, ji ber ku tenahiya Şingalê bo Êzidiyan, tevahiya Iraqê û Herêma Kurdistanê xwedî giringiyeke stratejîk e.
Mîrê Êzidiyan di gotara xwe de spasiyeke taybet arasteyî Serok Mesûd Barzanî kir wekî rêberê Kurdistanê, ji bo piştgiriyên wî yên berdewam û rola wî di rizgarkirina Şingalê de.
