3 bajarokên Duhokê bûne nehiye: Piraniya xelkê wan êzidî ne

31 cotmeh 2024 19:26
3 bajarokên Duhokê bûne nehiye: Piraniya xelkê wan êzidî ne

PeyamaKurd – Biryara nehiyebûna bajarokên Şarya, Misêrk û Tenahiyê yên Duhokê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hate îmzekirin.

Biryara nehiyebûna her sê bajarokan îro 31ê Cotmehê bi daxuyaniyeke nivîskî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê hate ragihandin ku Nêçîrvan Barzanî ferman heman rojê ew biryar were pêkanîn.

Alîkarê Parêzgarê Dihokê Macîd Seyd Salih li ser mijarê got: “Biryar ji bo xizmeta gel e. Nifûsa wan bajarokan zêde ye. Tenê nifûsa Tenahiyê nêzîkî 70 hezar kesî ye. Piraniya şêniyên Şaryayê xwişk û birayên me yên Êzidî ne û nifûsa wê derê zêde bûye. Şarya, bi darê zorê hatibû avakirin û hema bêje şêniyên 12 gundan lê hatibûn bicihkirin.”