Elî Teter bi piraniya dengên encûmenê bû parêzgarê Duhokê

25 hezîran 2020 17:49
Elî Teter bi piraniya dengên encûmenê bû parêzgarê Duhokê

PeyamaKurd - Encûmena Parêzgeha Duhokê Dr. Elî Teter berî niha wekî namzedê parêzgariya Duhokê hatibû destnîşankirin, bi piraniya dengan hilbijart.

Encûmena Parêzgeha Duhokê îro25ê Hezîranê civîya û Elî Teter wek parêzgerê nû yê Duhokê bi piraniya dengan hibijart.

Elî Teter sala 1968an li devera Amêdiyê ji dayik bûye. Doktoraya xwe di dîroka nû û hevçerx de wegirtiye.  Ji sala 1979 heta 2001an di nava rêzên Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê de kar kiriye. Di sala 2002an de jî bûye Berpirsê Liqa Duhokê ya PDKê.

Dr. Elî Teter di Kongreya 13emîn a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya sala 2010an de, wekî endamê Encûmena Serkirdatiya PDKê hatiye hilbijartin.

Elî Teter li şûna parêzgarê beriya xwe yê Duhokê Ferhad Ertrûşî dest bi kar dike.