Serokwezîr Parêzgarê Duhokê Elî Teter ji bo perwerdeya zarokên Singalê erkdar kir

07 tîrmeh 2020 21:26
Serokwezîr Parêzgarê Duhokê Elî Teter ji bo perwerdeya zarokên Singalê erkdar kir

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ferman da Wezîrê Perwerdeya Kurdistanê û parêzgarê Duhok da ku tevahiya xercên tenduristî, veguhestin û xwarin-vexwarina şagirdên pola 12 ya xwendina kurdî yên zarokên Şingal û deverên derdora Mûsilê dabîn bikin.

Wezareta perwerdeya Kurdistanê ragihand, serokê hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî ferman daye wezîrê perwerdê û parêzgarê Duhokê da ku xercên tevahiya şagirdên pola 12 yên Şingal û deverên derdora Mûsilê dabîn bikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku çend rojên din ezmûnên pola 12 ya şagirdên Herêma Kurdistanê û deverên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdsitanê dest pê dike.

Gelek şagird jî li deverên Şingalê û derdora Mûsilê, kurdî dixwînin. Ezmûnên wan jî ji aliyê hikûmeta Kurdistanê ve tê amadekirin.

Derdora 400 şagirdên pola 12 yên Şingalê hene û dê bo ezmûnê biçin Duhokê, li wir jî dê bê ji ber Koronayê bên karantînkirin.