Serokwezîr Barzanî sersaxî da parêzgarê Duhokê Elî Teter
03 tîrmeh 2020 22:32
PeyamaKurd - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi riya pêwendiyeke telefonî, ji ber koça dawî ya diya wî sersaxî da Parêzgarê Duhokê D. Elî Teter.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di pêwendiya telefonî de, hevxemiya xwe bi Parêzgarê Duhokê re derbirî û hêvî xwest, xwedayê mezin giyana diya wî bi bihuştê şad bike û aramî û dilniyabûnê jî bi malbata wî bibexşîne.
Dr. Elî Teter Nêrweyî piştî ku di encûmena Parêzgeha Duhokê de wekî parêzger hat hilbijartin, ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve bi merasîmeke sondxwarinê bû parêzgarê Duhokê û doh 2yê Tîrmehê jî bi fermî dest bi kar kiribû.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Serok Barzanî sersaxî da Parêzgarê berê yê Duhokê
27 trm 2023
Rojhilata Navîn
Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi Serokwezîrê Urdunê re civiya
03 sbt 2026
Kurdistan
Serokwezîr Barzanî gihîşt Misirê: Wê bi Sîsî re bicive
21 brf 2025
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin