Dezgeha Caritas a Almanî parêzgarê Duhokê xelat kir
PeyamaKurd - Parêzgarê Duhokê Ferhad Etroşî ji aliyê dezgeha xêrxwazî ya Karîtas (Caritas) ve hat xelatkirin.
Ferhad Etroşî bi serdaneke fermî çû Almanya û ji aliyê projeyên Karîtas yên ji bo kampên koçberan li sînorê parêzgeha Duhokê, ji aliyê saziya xêrxwaziya Karî-tas ve hat xelat kirin û madaliya zêr û bawernameya rêzgirtinê bo wî hat pêşkêş kirin.
Li gorî nûçeya Rûdawê Parêzgarê Duhokê Ferhad Etroşî li ser serdana xwe ya Almanya û got ku armanca serdana wan ji bo Almanya, beşdarîkirina di paneleke taybet de ligel wezîrê alîkariya aboriyê yê Almanyayê Gêrd Muler e rewşa koçberên li nav sînorên parêzgeha Duhokê tê gotûbêjkirin.
Ferhad Etroşî daye zanîn ku di mijara alîkariya koçberan de, piştî Amerîkayê, Almanya di rêza duyem de ye.
Berpirsê projeyan li Wezareta Derve ya Almanya ji Rêxistina Karî-tas, Rode Luevilzend daye xuyakirin ku ev zêdetirî 40 salan e di warê alîkariya koçberan de kar dike, lê wî ti cihek nedîtiye ku weke herêma Kurdistanê alîkariya koçberan kiriye.
Rode Luevilzend ragihand ku parêzgarê Duhokê ligel Serokê Şaredariya Essen girêbestek îmze kiriye û tevî du nexweşxaneyên mezin ku 6 hezar textên wan hene, li Duhokê jî beşeke nû li nexweşxaneyê hatiye vekirin û pevguhertina zanyarî û şarezayên bijîşkî tê kirin.
Wî herwiha daye zanîn ku yekem koma ji Duhokê bo hefteyekê hatine Almanyayê ji bo dîtin û fêrbûnê û pêngava duyem jî serdana pijîşkên Essenê bo Duhokê ye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin